HiraiZerdüş
HiraiZerdüş

HiraiZerdüş – Ka Bikene Şarkı Sözleri


HiraiZerdüş – Ka Bikene Şarkı Sözleri

Lê dema go tu dikenî guliyên ewra lûr dibe
Lê dema go tu dikenî tehma baran bîhn dide..

Lê dema go tu dikenî sond û qesem lal dibe
Lê dema go tu dikenî rêya çûnê sar dibe

Gul vena’be lê bağê min çil dojeh kon girtîye
Ji ezmanan xelk stêrk banî para min kor tarîye

Çawa dijîm kes nizane Evdal’ek rêwî me
Ka.. Ka bikene ka..

Lê dema go tu dikenî şer û mirin ji bir dibe
Lê dema go tu dikenî nan û av par dibe..

Lê dema go tu dikenî çil pirtûk li dar dibe
Lê dema go tu dikenî bawerîya min ra dibe..

Wa zindanên çavên te de hêviyê min girtîye
Li ser dêmên wan rû yê te kenê min lorî bûye

Ka bikene li dar û bera belê gul bê war maye
Ka.. Ka bikene ka..


0 Yorum

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir